Rêveberiya Xweser nirxê kirîna genim diyar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser nirxê kirîna kîloya genim ji cotkaran bi 31 sentên Amerîkî destnîşan kir, ev nirx jî bi 12 sentan ji yê sala borî kêmtir e.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser, îro 26ê Gulanê biryar da kîloya genim bi 31 sentan ji cotkarên deverê bê kirîn.

Ev yek di demekê de ye, Rêveberiya Xweser sala borî nirxê kîloya genim 43 sent diyar kiribû, ev nirx jî bi 12 sentan ji yê sala borî kêmtir e.

Werzê dirûna genim çend roj in li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye û cotkar bi hêvî bûn ku îsal nirxê genim bi awayekî guncayî û ji sala borî zêdetir bê diyarkirin, ji ber ku îsal lêçûna çandina genim gelek bû.