Endamekî DAIŞê li Hewlêrê hat girtin

Dîmenekî bajarê Hewlêrê / Wêne: K24
Dîmenekî bajarê Hewlêrê / Wêne: K24

Navenda Nûçeyan (K24) - Şaneya Ragehandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê girtina endamekî rêkxistina teroristî ya DAIŞê li Hewlêrê radigehîne.

Şaneya Ragehandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê îro (Yekşem, 26.05.2024) di ragehandinekê de girtina endamekî rêkxistina teroristî ya DAIŞê li Hewlêrê, bi hevahengiya navbera hêzên ewlehiyê yên federalî û yên Herêma Kurdistanê ragehand.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Berdewamiya hevahengiya bilind a hevpar a navbera hêzên ewlehiyê li Bexda û Herêma Kurdistanê encamên erênî hebûn. Wan karî zanyarên hûr li ser hebûna endamekî terorist ê DAIŞê li parêzgeha Hewlêrê webigirin û bi rêya hevahengiya ewlehiyê, mefrezeyên girêdayî birêveberiya Hewalgirî û Asayîşa Hewlêrê, wî terorsitê daxwazkirî bigirin".

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Ew terorist li dû bendên madeya 4ê ya qanûna terorê ji aliyê dadgehê ve daxwazkirî bû û hat girtin; rêkarên qanûnî li bernaberî wî hatin bicihanîn û radestî aliyên peywendîdar hat kirin”.

Piştî ragehandina serkeftina Îraqê li ser DAIŞê li sala 2017ê, DAIŞ berdewam li deverên cuda cuda yên Îraqê êrîşî hêzên ewlehiyê û artêşa Îraqê dike. Di çend rojên borî de jî, li çend deverên Îraqê êrîşî hêzên ewlehiyê û artêşa Îraqê kir û hejmareke serbazan kuşt û birîndar kir.