Nêçîrvan Barzanî: Îraq û Herêma Kurdistanê gelek hevparî bi Qeterê re hene

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Hesen Humadî
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Hesen Humadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya civîna xwe ya bi Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê de radigehîne, “Derfeta weberhênana Qeterî li Îraq û Herêma Kurdistanê heye”. Herwesa amajeyê dide, “Îraq û Herêma Kurdistanê gelek hevparî bi Qeterê re hene”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 26.05.2024) pêşwaziya Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen Hemadî kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, “Di wê civînê de ku Balyozê Qeterê li Îraqê û Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê jî amade bûbûn, her du aliyan tekez li ser berdewamiya peywendiyên Qeterê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir, herwesa dîtin û nerînên xwe li ser derfet û warên weberhênana Qeterî li Îraq û Herêma Kurdistanê li hev guhertin”.

Şanda Qeterî tekez kir ku welatê wê bawerî bi Îraq û Herêma Kurdistanê heye û dixwaze di warên aborî û bazirganî de zêdetir berdewamiyê bide peywendiyê xwe, ji bo vê meremê jî bi awayekî fermî Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê vedikin”.

Şanda Qeterî herwesa berheviya welatê xwe diyar kir ku di warên enerjî, geştyarî, çandin, xwandin û perwerde, tendirustî û çend warên din de weberhênan û sermayedariyê li Herêma Kurdistanê bikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî ji aliyê xwe ve zêdebarî pîrozkirinê, dilxweşiya xwe ji bo vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê diyar kir, tekez li ser wê yekê jî kir ku derfeta weberhênana Qeterî li Îraq û Herêma Kurdistanê heye, xasma di pirojeyên jêrxaneyê de”.

Nêçîrvan Barzanî herwesa rêz û hurmet ji bo piştgirî û alîkariya Qeterê ji Îraq û Herêma Kurdistanê re diyar kirin û amaje da ku Îraq û Herêma Kurdistanê gelek hevparî bi Qeterê re hene.