Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi berhevbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin.

Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û berpirsên hizbî û hikûmî, îro (Yekşem, 26.05.2024) Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê hat vekirin.

Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen Humadî di wê merasîmê de berhev bû, zêdebarî berhevbûna hejmareke berçav a berpirsên bilind û wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û diplomatkarên welatan. Hisên Elî Fezale di wê merasîmê de wekî Konsulê Giştî yê Qeterê li Hewlêrê hat destnîşankirin.

Şandeke bilind a Qeterî bi serokatiya Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen Humadî ji pêr (În, 24.05.2024) ve bi merema vekirina konsulxaneya xwe ya giştî li bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ne û duhî (Şemî, 25.05.2024) bi Serok Barzanî re civiya.

Berpirsên Herêma Kurdistanê û Qeterê di civînên xwe de gelek caran tekez li ser pêşxistina peywendiyên navbera Hewlêr û Dewheyê di warên geştyarî û aborî û avedaniyê de kiriye.