Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê bo pêşkêşkirina her hêsankariyekê ji weberhênerên Qeterî re amade ye

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de li nav merasîmên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê de ragehand, “Em weberhênerên Qeterî vedixwînin ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û di warên cuda cuda de pirojeyan bi cih bînin û em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyekê di vî warî de berhev in”.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvîdar e vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê bibe sedema zêdetir pêşkeftina peywendiyên navbera Hewlêr û Dewheyê.

Tekista gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi navê Xudayê mezin û dilovan

Ez li destpêkê bi germî bixêrhatina rêzdar Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê û rêzdar Balyozê Qeterê li Îraqê Dr. Ehmed Hesen Hemadî dikim.

Berhevbûyiyên rêzdar,

Êvara we baş û gelek bixêr bên

Ez dilxweş im ku îro bi we yên rêzdar re tevlî merasîmên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê bûme, ez hêvîdar im ev pêngav ji bo zêdetir pêşveçûna peywendiyên dostane yên navbera me her du aliyan bibe destpêkek.

Cihê dilxweşiya min e ku peywendiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de heye û di dema borî de gelek berpirsên bilind ên Qeterî serdana Herêma Kurdistanê kiriye. Herwesa me jî serdana dewleta Qeterê kiriye.

Me gelek rêz û hurmet ji bo Mîrê Qeterê Rêzdar Şêx Temîm Hemed Alsanî hene û em dixwazin peywendiyên me di warên cuda cuda de û li ser bingeha berjewendiyên hevpar zêdetir pêş bikevin.

Vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê dê di pêşxistina peywendiyên navbera me de di warên cuda cuda de alîkar be, xasma di warên bazirganî, çandin, kultûr û xwandina bilind de.

Qeter ji aliyê weberhênan, avakirin, enerjî, livîn û çalakiyên aborî ve dewleteke zengîn û xwedî ezmûneke serkeftî ye, lewma mimkin e Herêma Kurdistanê di van waran de feydeyî ji ezmûna Qeterê ya zengîn webigire.

Em li vê derê weberhênerên Qeterî vedixwînin ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û di warên cuda cuda de pirojeyan bi cih bînin û em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyekê di vî warî de berhev in.

Herêma Kurdistanê devereke seqamgir û tena ye û di eynî demê de xweza û cografiya Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê di warên cuda cuda de gelek guncayî ye, xasma di warên çandin, geştyarî û pîşesazî de. Em bi hemî şiyanên xwe ve pêşwazî û piştgiriya weberhênana pirreng dikin ku pareke karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji aliyê pirrengkirina aborî ve.

Li dawiyê em careke din Vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê pîroz dikin û ez daxwaza serkeftin û pêşveçûna peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û dewleta Qeterê dikim.

Her şa bin.