Ehmed Hesen: Vekirina Konsulxaneya Qeterê berdewamiya mukomkirina peywendiyên me bi Îraq û Kurdistanê re ye

Ehmed Hesen Humadî
Ehmed Hesen Humadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê radigehîne, “Konsulxaneya Giştî ya Qeterê bi siyaseta Qeterê ji bo zêdetirkirina weberhênanê li Îraq û Herêma Kurdistanê hevaraste ye”. Herwesa hêvîdar e ku zêdetir pêşkeftina peywendiyên navbera Qeter, Îraq û Herêma Kurdistanê bibîne.

Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen Hemadî di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de li nav merasîmên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê de ragehand, “Ev helkeftin di berdewamiya baştirkirina peywendiyên me li gel Îraq û Herêma Kurdistanê de ye, ew peywendî di tevaya waran de pêş ve diçin, di warên siyasî, aborî, weberhênan û kultûrî de, ev hemî jî ji bo mukomkirina biratiya navbera me alîkar dibin”.

Ehmed Hesen Hemadî amaje da, “Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê ji bo zêdetirkirina weberhênanê li Îraq û Herêma Kurdistanê hevaraste ye”.

Navbirî got, “Em di van çend rojan de bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyane. Me di civînên xwe behsa hevahengiyê di çawaniya serederîkirin û alîkarîkirina di warên siyasî, weberhênan, aborî, petrol û gaz û çandinê de kir”.

Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê herwesa got, “Em geşbîn in ku ew pirojeyên me bi berpirsan re behs kirine dibin sedema pêşkeftina aborî û sûkekê ji Herêma Kurdistanê û Îraqê re çê dikin, ji bo ku derfetên karî ji bo bi hezaran ciwanên Îraq û Herêma Kurdistanê peyda bikin”.

Ehmed Hesen Hemadî hêvîdar e ku zêdetir zêdetir pêşkeftina peywendiyên navbera Qeter, Îraq û Herêma Kurdistanê bibîne.

Îro (Yekşem, 26.05.2024) bi berhevbûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û berpirsên hizbî û hikûmî, Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê hat vekirin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek di nav wan merasîman de xwand.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, “Em weberhênerên Qeterî vedixwînin ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û di warên cuda cuda de pirojeyan bi cih bînin û em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyekê di vî warî de berhev in”.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê bibe sedema zêdetir pêşkeftina peywendiyên navbera Hewlêr û Dewheyê.