Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê devereke seqamgir û guncayî ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê devereke seqamgir û guncayî ye”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 26.05.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir ku tê de nivîsiye, “Vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê ji bo zêdetir pêşveçûna peywendiyên me destpêkek e”.

Mesrûr Barzanî amaje jî daye, “Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê devereke seqamgir û guncayî ye”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Em weberhênerên Qeterî vedixwînin û jê re dibêjin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo heR hêsankariyEKê berhev e”.

Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê û Balyozê Qeterê li Îraqê Ehmed Hesen Hemadî, îro (Yekşem, 26.05.2024) Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê hat vekirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nav wan merasîman de gotarek pêşkêşî kir û amaje da ku Vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê dê di pêşxistina peywendiyên navbera me de di warên cuda cuda de alîkar be, xasma di warên bazirganî, çandin, kultûr û xwandina bilind de.

Li dû zanyarên Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 36 nûneratiyên welatan li Herêma Kurdistanê hene ku ji konsulxaneyên giştî, nivîsîngehên balyozxaneyan, nivîsîngeha Neteweyên Yekgirtî û nivîsîngeha Yekîtiya Ewropayê pêk hatine.