Ehmed Hesen: Peywendiyên me bi Herêma Kurdistanê re gelek dîrokî û kûr in

Ehmed Hesen Hemadî
Ehmed Hesen Hemadî

Navenda Nûçeyan (K24) - Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê dibêje, “Peywendiyên me bi Îraqê bi awayekî giştî û Herêma Kurdistanê bi awayekî taybetî re gelek dîrokî û kûr in”.

Sikirtêrê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen Hemadî taybet ji K24ê re ragehand, “Di dema borî de weberhênerên Qeterî û bazirganên me li Herêma Kurdistanê kar kiriye û ez wesa difikirim ku wan ji bo paşerojê jî pirojeyên mezin û hizirên herî baş hene ku li vê derê bi cih bînin”.

Ehmed Hesen Hemadî herwesa got, “Me li ser wê yekê li hev kiriye ku weberhênerên me her du aliyan bi hev re rûbinin ji bo ku mîkanîzma paşerojê ji bo karên xwe çi li Herêma Kurdistanê an jî li Qeterê diyar bikin û çawaniya alîkarîkirina navbera xwe destnîşan bikin”.

Navbirî amaje jî da, “Bi rastî Herêma Kurdistanê jêrxaneyeke herî baş heye û ji bo karkirinê jîngeheke herî baş e”.

Bi berhevbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û berpirsên hizbî û hikûmî, îro (Yekşem, 26.05.2024) Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê hat vekirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di çarçoveya pêşkêşkirina gotarekê de li nav merasîmên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê de ragehand, “Em weberhênerên Qeterî vedixwînin ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û di warên cuda cuda de pirojeyan bi cih bînin û em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyekê di vî warî de berhev in”.

Herwesa Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî kir ku vekirina Konsulxaneya Giştî ya Qeterê li Hewlêrê bibe sedema zêdetir pêşkeftina peywendiyên navbera Hewlêr û Dewheyê.