Li Izmîr û Bodrûmê 69 koçber hatin rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Izmîr û Bodrûmê, 69 koçberên ku ji hêla Yûnanê ve hatibûn vegerandin, hatin rizgarkirin, li Edîrneyê jî 21 koçberên neyasayî hatin binçavkirin.

Pêla koçberan ji Tirkiyeyê ber bi welatên Ewropayê didome. Hêzên ewlekariya beravên Tirkiyeyê, li beravên Izmîrê 39 koçberên ku ji hêla hêzên Yunanê ve hatibûn vegerandin rizgarkirin.

Herwiha hêzên ewlekariya beravên Tirkiyeyê li navçeya Bodrumê ya Muglayê jî, 32 koçber di nava deryayê de rizgar kirin.

Li aliyê din, 21 koçberên ku dixwestin bi awayekî neyasayî derbasî welatên Ewropa bibin, hatin desteserkirin.