Li Mêrsînê 10 kesan di bûyereke trafîkê canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Mêrsînê di encamê bûyereke trafîkê de, 10 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 30 kesên din jî birîndar bûne.

Li ser rêya sereke ya Mêrsîn – Edeneyê hejmarek pas û otombêl û barhilgir li hev qelibîn.

Parêzgarê Mêrsînê da xuyakirin, li gor agahiyan di bûyerê de 10 kesan canê xwe jidest dane, zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûne.

Kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bajarê Mêrsînê, Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê, Nexweşxaneya Dewletê ya Çukurovayê hatin rakirin.

Piştî qezayê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane peyama sersaxiyê weşand.