Dilkurd: Bila Kurd xwedî li zimanê xwe derkevin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Dilkurdê li Diyarbekirê bo balkêşana ser pirsgirêkên zimanê Kurdî bernameyek lidar xist. Di bernameyê de nivîskar, akademîsyen û siyasetmedaran bal kêşandin ku heyf û mixabin e ku zimanek wek kurdî dewlemend li Tirkiyeyê ketiye bin gefa bişaftinê.

Ji aliyê Yekîtiya Dildarên Kurdî ve li Diyarbekirê bi beşdariya siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û lêkolîneran bernameyeke bo pirsgirêkên zimanê kurdî hat lidarxistin. Di bernameyê de hat amajekirin ku divê zimanê kurdî bibe xwedî statu û ji destpêkê heta dawiyê di hemû beşên perwerdeyê de were bikaranîn. Di bernameyê de bal hate kêşan ku bi salan e li Bakurê Kurdistanê siyasetmedaran nekarîne yekitiyek neteweyî pêk bînin lê ziman dikare vê yekê jî pêk bîne.

Koordînatorê Dilkurdê Fewzî Bûlgan ji K24ê re got: “Me gazî hemû partiyên siyasî kirine. Me xwest hemû aliyan li vê derê kom bikin.  Yekîtiyek di warê siyasî û îdeolojîk de çênebûye lê yekîtiyek bi rêya ziman pêkan e. Rastiyek wisa ya ziman heye.”

Di bernameyê de akademîsyenan bal kêşandin ku Bakurê Kurdistanê li gorî Rojavayê Tirkiyeyê di hemû qadên jiyanê de paşmayî ye û sedem jî nasname ye. Dêrunnasan jî  hişyarî dan ku eger ziman nemîne çand û dîrok jî namîne û banga xwedîlêderketina zimanê kurdî kirin.

Derûnnas Makbûle Serçe dibêje: “Zarok ji aliyê dayîkê ve tê mezinkirin. Çand û dîrok û çîrokên xwe ji dayîkê fêr dibe. Ji ber wê em dibêjin zimanê dayîkê girîng e. Eger ziman biçe çîrokên me jî diçin. Ji ber wê divê em xwedî li ziman derbikevin.”

Li Tirkiyeyê amadekariya çêkirina makezagonek  nû tê kirin ku Yekîtiya Dildarên kurdî jî li gel sazî û rêxistinên din ên zimanê kurdî amaekariyan dike ku xebatan bimeşîne da ku kurdî di makezagona nû de cih bigire.