Mesrûr Barzanî: Me berî çar salan berê binyatî bo Pira Ranyayê dana û îro me vekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî radigehîne, “Me berî çar salan berê binyatî ji bo Pira Ranyayê dana û îro me vekir”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27.05.2024) li ser tora civakî ya Xê peyamek parve kir ku tê de nivîsiye, “Berî nêzî çar salan, di rewşeke dijwar de ji ber belavbûna Koronayê, me berê binyatî ji bo pira Ranyayê dana û îro me vekir”.

Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Ev pir ji aliyê şiyanên navxweyî ve hatiye çêkirin, feyde dê ji bo kertên geştyarî û aborî û hatinûçûna welatiyan û berhemên cotyaran li deverê hebe”.

Bi berhevbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrî Qubad Talebanî îro (Duşem, 27.05.2024) pira Ranya-Bingirdê li Îdareya Serbixwe ya Raperînê hat vekirin.

Berê binyatî yê pira Ranyayê li sala 2021ê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve hatibû danîn. Ev pir li ser Zêyê Biçûk e û bi bihayê 11 milyar û 387 milyon û 745 hezar û 800 dînar hat çêkirin.

Pira Ranya-Bingirdê 420 metran dirêj, 15 metran fireh û 32 metran jî bilind e. Ev pir Raperîn, bajarkê Dukanê û Silêmaniyê bi hev ve girê dide û çûnûhatina welatiyan, bazirganî, geştiyarî û çandiniyê hêsantir dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma danana berê binyatî yê pira Ranyayê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi erkê xwe dibîne ku xizmeteke hêja ji bo herêmê bike. Îro em li vir in ji bo danana berê binyatî yê pira Ranya-Bingirdê ku dê bibe pireke stratejîk ji bo xizmeta vê herêmê. Herwiha ew dê alîkar be ku cotkar berhemên xwe bigihînin sûkê û dê bibe pirek ji bo vejandina sektorên geştyarî û bazirganiyê jî.”