Sûdanî daxwazê dike ku şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyê paşxistin

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê daxwazê dike ku şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyê paşxistin.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro (Duşem, 27.05.2024) ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya civînekê li ser lidûçûna Tewtîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê kir”.

Di wê civînê de Sûdanî tekez kir, “Pêdivî ye biryara Dadgeha Federalî ya di derheqa Tewtînkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de bê bicihanîn, herwesa lidûçûn ji bo rêkaran bi Banka Navendî ya Îraqê û bankên hikûmî re di vî warî de hat kirin”.

Sûdanî daxwaz kir ku şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyê paşxistin û got, “Hikûmeta Îraqê li dû qanûn û destûrî pabendî dabînkirina mafên wan e”.

Her îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewam bi Serokwezîrê Îraqê re di peywendiyê de ye, ji bo ku arêşeyên helawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî bên çarekirina. Herwesa got, “Me hemî şiyanên xwe dane karî ku mûçeyên fermanberan di dema xwe de bên dan”.