Îxlas Dilêmî: Di du rojên bê de mûçeyên hêzên ewlehiyê tên şandin

Îxlas Dilêmî
Îxlas Dilêmî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Di du rojên bê de mûçeyên hêzên ewlehiyê tên şandin”.

Cîgira Serokê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Îxlas Dilêmî îro (Duşem, 27.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Em di derheqa paşkeftina şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê de bi Wezîra Darayî ya Îraqê Teyf Samî re axiftine û me peywendî bi Dîwana Çavdêriya Darayî kiriye, sedema paşkeftina mûçeyên meha Nîsanê yên hêzên ewlehiyê peywendî bi hûrbînkirinê ve heye”.

Îxlas Dilêmî herwesa got, “Hûrbînkirin di dema du rojan de bidawî tê û mûçeyên hêzên ewlehiyê tên şandin”.

Her îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku berdewam bi Serokwezîrê Îraqê re di peywendiyê de ye, ji bo ku arêşeyên helawîstî yên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî bên çarekirina.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “Me hemî şiyanên xwe dane karî ji bo ku mûçeyên fermanberan di dema xwe de bên dan”.