Mihemed Cabirî: Demargiriya siyasî rêyê li herêmkirina Besreyê digire

Mihemed Cabirî
Mihemed Cabirî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekî siyasî amajeyê dide, “Xelkê Besreyê bizavên xwe ji bo herêmkirina bajarê xwe dîsa dest pê kirine lê hin aliyên siyasî di bicihanîna daxwaza wan de rêgir in”.

Şarezayê Siyasî Mihemed Cabirî îro (Duşem, 27.05.2024) taybet ji K24ê re got, “Herêmkirina Besreyê mafekî destûrî ye lê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve rê pê nayê dan”.

Mihemed Cabirî amaje jî da, “Xelkê Besreyê careke din bizavê dike ku bajarê wan bibe herêm ji ber ku gelek taybetmendiyên xwe hene”.

Navbirî herwesa got, “Demargiriya siyasî rêyê li daxwaza xelkê Besreyê digire”. Herwesa bal kêşa ser wê yekê jî ku xizmetkarî gelek kêm in, heta nekarîne arêşeya avê jî çareser bikin, herwesa hejariyeke zêde heye û kar li wî bajarî bi dest nakeve”.

Wî şarezayê siyasî ron jî kir, “Bizavên xelkê Besreyê ji bo herêmkirina bajarê wan ji ber wan hemî givaştinan in ên ku li ser bajarê wan hatine kirin, xasma nebûna derfetên karî xelkê bajarî xemgîn û dilgiran kiriye”.

Waêl Ebdulletîf, ku ji aliyê hejmareke eşîretên Besreyê ve piştgiriya wî dihat kirin, li sala 2008ê 34 hezar û 800 îmza ji bo herêmkirina Besreyê kom kirin, lê ji aliyê Partiya Daweyê û gelek partiyên din ên siyasî ve hat redkirin.

Besre dikeve başûrê Îraqê û bi Kuweyt û Îranê re hevsinor e, dîroka çêbûna Besreyê vedigere sala 635ê Zayînî, heft bajark û 16 komelgeh keftine sinorê wê parêzgehê. Hejmara şêniyên Besreyê sê milyon û 142 hezar û 446 kes e û piraniya şêniyên wê Şîe ne.

Besre bajarê duyê yê herî mezin ê Îraqê ye, herwesa ji aliyê berhemê petrolê ve yek ji zengîntirîn parêzgehên Îraqê ye.