Mesrûr Barzanî gehişt Soranê û berê binyatî ji bo çend pirojeyan dadine

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên îdarî yên Soranê re dicive
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên îdarî yên Soranê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê dike û berê binyatî ji bo çar pirojeyan dadine.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 28.05.2024) seet 10:00 ê sibehê bi şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re serdana Îdareya Serbixwe ya Soranê kir û ji aliyê serperiştê wê îdareyê Helgurd Şêx Necîb ve pêşwazî lê hat kirin.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di serdana xwe de berê binyatî ji bo çar pirojeyan li Îdareya Serbixwe ya Soranê dadine.

Bi destpêkirina Kabnîeya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, karwanê avedaniyê gehiştiye Îdareya Serbixwe ya Soranê û hejmareke pirojeyên stratejîk û xasma di warê rêyan de di qonaxa dawiyê de ne, ji destpêka îsal heta niha jî 33 piroje li Soranê bi gojimê 21 milyar û 500 milyon dînaran çûne di warê bicihanînê de û li paşerojeke nêzîk razîbûn dê li ser hejmareke din jî ya pirojeyan bê diyarkirin.

Rêya Navdewletî ya Hamiltonê Deriyê Hacî Omeranê û Îdareya Serbixwe ya Soranê bi parêzgehên Hewlêr û Dihokê ve girê dide, ku 80 milyar dînar jê re hatine terxankirin. Pêştir pirojeyên stratejîk ên wesa li wê deverê nehatine bicihanîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhî (Duşem, 27.05.2024) jî di merasîmekê de bi berhevbûna Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pira Ranyayê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Plan û programên me hene bo xizmetkirina kertê rêyan li hemî deverên Kurdistanê. Bi îzna Xudê, bi baştirkirina rewşa darayî, em dê tora rêyan ku şadara aboriya Herêma Kurdistanê ye, li gorî pîvanên navdewletî zêdetir bipêş bixin”.