Rêveberiya Xweser nerazîbûna cotkaran li ber çav negirt û nirxê genim wek xwe hîşt

Dîmenek ji nerazîbûna cotkaran ji nirxê genim
Dîmenek ji nerazîbûna cotkaran ji nirxê genim

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser radigihîne, buhayê genim dê her wekî xwe (31 centên amerîkî ji bo her kîloyekê) bimîne.

Hevserokatiya Desteya Çandinî û avdanê ya Rêveberiya Xweser, roja 26ê Gulanê biryar da kîloya genim bi 31 sentan ji cotkarên deverê bê kirîn. Lê belê cotkarên herêmê ji vê buhayê ne razî ne û ji wê demê ve dardikevin kolanan û daxwaza zêdekirina nirxê genim dikin.

Cîgirê Hevserokatoya Desteya Çandiniyê Ehmed Yûnis îro di konferanseke rojnemevanî de ragihand, buhayê genim yê destnîşankirî (31 sentên amerîkî) dê wekî xwe be û nayê guhertin.

Herwiha got, dibe ku bûhayê destnîşankirî ne li gorî lêçûn û qezencê be, lê wê di van şert û mercên dijwar de biryara rast wergirtiye.

Desteya çandiniyê da zanîn jî, ji ber armanckirina Tirkiyeyê ji jêrxaneyê deverê re, ew nikare qezenceke mezin ji cotyaran re peyda bike, lê ew bi her hal wê berhemên genim ji cotkaran bikire.

Her li ser vê babetê, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) biryara Rêveberiya Xweser a destnîşankirina nirxê yek kîlo genim bi 31 sentan di daxuyaniyekê de şermezar kiribû û gotibû, ev yek dê ziyanên mezin bigihîne cotkaran û ewlehiya xwarinê li herêmê dixe metirsiyê.

Herwiha gotibû: “Ev biryar, cotkaran neçar dike ku zeviyên xwe berdin û koçber bibin, ji bo peydakirina derfetên baştir li cîhek din, ku ev yek jî metirsiyeke rastîn li ser pêşeroja çandiniyê li herêmê çêdike.”

Herwiha Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê jî di daxuyaniyekê de got, biryara Rêveberiya Xweser ne berpirsyane ye û dê bibe sedema koçberiya xelkê.