Komisyon daxwazê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê dike rojeke nû bo hilbijartinan diyar bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê daxwaz li Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku rojeke nû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî îro 28ê Gulanê ji K24ê re ragihand, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê daxwazê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kiriye ku rojeke nû ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bike.

Parlamentoya Iraqê roja 22ê Gulana dema Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bo 6 mehan dirêj kiribû.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federalî ya li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.

Piştre di roja 3ê Adarê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 6/10/2024an wek roja lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.

Lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) baykotkirina hilbijartinan ragihand, weke nerazîbûnekê li ser biryara Dadgeha Federalî ya betalkirina 11 kursiyên kotayê yên pêkhateyan û lidarxistina helbijartinan di çend navçeyan de li şûna yek navçeyê.