Li Zankoya Dîcleyê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya di Asta Lîsansê de vedibe

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Hat ragihandin ku ji sala 2024-2025 pê de li Zankoya Dîcle ya Diyarbekirê, Beşa Wêje û Zimane Kurdî vedibe û bo beşê 25 xwendekar tên wergirtin. Akademîsyenan amaje kirin ku di warê akademîk de bo pêşxistina wêje û zimanê kurdî gavek girîng û hêja ye.

Ji aliyê Zankoya Dîcle ya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku bo vekirina Beşa Wêje û Zimanê Kurdî serîlêdan bo Lijneya Hîndekariyê ya Bilind hatibû kirin. Rêveberiya Zankoyê da zanîn ku serîlêdan hatiye pesendkirin û ji serdema bê pê de dê 25 xwendekar bo Wêje û Zimanê Kurdî werin sitandin. Li Zankoya Dîcleyê di asta master û doktorayê de xwendekar dihatin sitandin, lê di asta lîsansê de xwendekar nedihatin sitandin ku ev rêveberên serîlêdan kirine vê yekê wek gavek dîrokî dibînin.

Serokê Beşa Wêje û Zimanê Kurdî Osman Aslanoglû ji K24ê re got: “Îsal rektoriyê ji me re got serîlêdanê bikin. Me jî serîlêdan kir û hat pesendkirin. 10 sal in di asta master û doktora de beşên çand û zimanê kurdî hebûn lê wek lisans beş nebû.  Îsal havînê piştî ezmûnên zankoyan dê xwendekar bikarin serîlêdanê bikin.

Li Zankoya Dîcleyê di asta lisans a 4 sale de 56 beş hene ku dê bi Beşa Wêje û Zimanê Kurdî ev hijmar bibe 57. Akademîsyen balê dikêşin ku çiqasî di ser bingeha akademîk de xebatên wêje û zimanê kurdî werin ewqasî dê sud bo pêşxistina ziman û wêjeya kurdî were dayîn.

Akademîsyenê Zankoya Dîcleyê Dr. Muhammed Şerîf Azarkaan dibêje: “Girîng e ku dê 4 salan ev perwerdehî bidome û her sal dê 25 xwendekar lê zêde bibin. Dê hijmara polan jî zêde bibe. Dê li ser çand zimanê kurdî lêkolîn werin kirin. Ji ber wê girîng e.”

Niha li Zankoyên Munzur, Alparslan, Çewlig û Atukluyê di asta lisans de Beşa Wêje û Zimanê Kurdî heye, dê li Zankoya Dîcle re bibin 5 beş. Akademîsyen hêvî dikin ku ev yek bibe wesîle ku hijmara peywirdarkirina mamsoteyê kurdî jî were zêdekirin.