Li Hewlêrê bo cara yekem konferansek li ser jîriya çêkirî tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekem li Hewlêrê, konferansek li ser jîriya çêkirî û asayişa eliktironî tê lidarxistin.

Biryar e roja Şemiyê 01.06.2024an, bo yekem car li Hewlêrê konferansek li ser jîriya çêkirî û asayişa eliktironî bê lidarxistin.

Armanca konferansê, îlhamkirina nûbûn û pêşkeftina teknolojiyê ye, ji bo vê mebestê jî pisporên navdar ên di warên cuda cuda de, dê li ser jîriya çêkirî gotûbêjan bikin.

Serperiştyarê Konferansê Diyarî Ferîdûn Qadir got, Kurd di warê jîriya çêkirî de pêşketinên berçav bidest xistine, nemaze ew pabend in bi perwerde, zanist û pêşveçûna di her warî de.