Li ser rasparde û fermana Mesrûr Barzanî du rêyên stratejîk li Şeqlawayê tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Qayimqamê Şeqalawayê radigehîne, “Li ser rasparde û fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dest bi nûjenkirina her du rêyên stratejîk ên Gundê Mame Celke û Şeqlawa - Hîranê tê kirin”.

Qayimqamê Şeqalawayê Karwan Kerîm Xan îro (Çarşem, 29.05.2024) ji K24ê re ragehand, “Li ser rasparde û fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêxemetî baştirkirina rewşa rêyan û hêsankariyan ji bo şofêran û nehêlana qerebalixa cadeyên giştî û parastina canê welatiyan, dest bi nûjenkirina her du rêyên stratejîk ên Gundê Mame Celke û Şeqlawa - Hîranê tê kirin”.

Karwan Kerîm Xan herwesa got, “Ji aliyê Birêveberiya Parastin û Çakkirina Rêyan a Hewlêrê ve, bi gojimê pênc milyar dînaran dest bi vê pirojeyê tê kirin”.

Navbirî amaje jî da, “Pêştir çend caran welatiyên wî sinorî daxwaza nûjenkirina wan rêyan kiriye ji ber ku ji bilî girêdana sê komelgehan bi bajarkekî ve, ew rêya serekî ya geştyar û gundiyan e”.

Qayimqamê Şeqalawayê eşkere jî kir, “Rêya Mame Celke - Hîranê 25 kîlometr û rêya Şeqlawa – Hîranê jî 17 kîlometr e”.