Rêveberiya Xweser: Hilbijartin karekî navxweyî ye û ti pêwendiya wê bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e

Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweser

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweseriya ragihand, têkilî û pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, karekî navxweyî ye. Her wiha got jî, “lidarxistina hilbijartinan, girêdayî sûriyeyiyan e û ti pêwendiya wê bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e.”

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat: “Encûmena Ewlehiyê ya Tirkiyeyê, Rêveberiya Xweser bi qutbûna ji Sûriyeyê tawanbar kir. Ew bi vê yekê rastiyan berûvajî dike. Rêveberiya Xweser ji destpêka damezirandinê ve, dabînkera yekemîn a yekitiya Sûriyeyê bû û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi destê sûriyeyiyan, xebitî û hîna dixebite.” 

Herwiha got: “Tirkiye her tim hewl dide yekitiya Sûriyeyê têk bibe û axa wê dagir bike. DewletaTirk ku Idlib, Cerabuls, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, rojane siyasetên qirkirin û tirkkirinê li wan herêman dimeşîne, pereyê xwe li wan herêman ferz kir, hewl dide bi siyaseta xwe Sûriyeyê parçe bike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku têkilî û pirsgirêkên di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de, karî navxweyî ye û lidarxistina hilbijartinan mijareke girêdayî sûriyeyiyan e û tu eleqeya wê bi ewlehiya Tirkiyeyê re nîn e. 

Her di vê derbarê de jî, Serokê Partiya Tevgera Netewperwer (MHP) Devlet Bahçelî duhî di civîna koma partiya xwe ya Parlamentoyê de pêşniyar kiribû, Enqere û Şam operasyoneke hevbeş li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Biryar e roja 11ê Hezîranê Rêveberiya Xweser hilbijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê bike. Li ser vê yekê jî Bahçelî xwest ku Enqere û Şam li hev bikin û operasyonekê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk bînin.