Komeleya Kolana Hunerê: Zimanê kurdî nasnameya me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeleya Parastina Kolana Hunerê derbarê desteserkirina esnafê Kolana Hunerê Ramazan Şîmşek de, daxuyaniyek da çapemeniyê û bang hate kirin ku divê demildest esnafê ji ber xizmetên zimanê kurdî hatî girtin serbest were berdan.

Serokê Komeleya Parastina Kolana Hunerê Umît Ûmdû derbarê desteserkirina esnafê Kolana Hunerê Ramazan Şîmşek de, li ber cafeya ku biryara xizmetên kurdî lê hatî dayîn daxuyaniyek da çapemeniyê.

Umît Ûmdû amaje kir, ew qebûl nakin ku esnafek ji ber ku biryar daye xizmetên xwe bi zimanê kurdî bide were desteserkirin. Amaje kir ku zimanê kurdî nasnameya wan e û biryara ku Ramazan Şîmşek wergirtî jî biryarek rewa ye û Ramazan Şîmşek ne bêxwedî ye.

Komeleya Parastina Kolana Hunerê bang kir ku divê demildest Ramazan Şîmşek serbest were berdan û dawî li vê behiquqîyê were anîn.