Serjimêriya taqîkarî sibê li Iraq û Herêma Kurdistanê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hemû parêzgehên Iraq û Herêma Kurdistanê sibe înê dest bi serjimêriya taqîkarî dibe û dê 14 rojan berdewam bike.

Wezareta Pilandananê ya Iraqê ragihand, sibe roja Înê 31-05-2024an li hemû parêzgehên Iraqê û Herêma Kurdistanê serjimêriya taqîgerî dest pê dike. Bi vê gavê, ew ê nîvê rê ber bi serjimêriya giştî bibirin ku biryar e di Mijdara bê de bê kirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Giştî yê Serjimariyê Elî Iryan Salih got, karên serjimêriya taqîkarî dê 14 rojan berdewam bikin û komek gavan li xwe digire, wek dagirtina qeyda hemû malbatan di blokan de, ku her blokek ji 100 – 120 malbatan be, da ku her lêkolînerek ji tomarkirina daneyên wan û hejmartina kolan û avahiyan berpirsiyar be.

Li ser armanca serjimêriyê jî, Wezîrê Plandanê Mihemed Temîm got: “Serjimêriya taqîkarî û serjimêriya giştî ya niştecihan, yekem pêngava plansaziyê ye ji bo avakirina projeyeke geşepêdanê û dagirtina valahiya geşepêdanê ya di navbera herêman de.”

Li Iraqê ev 26 sal in serjimêriya giştî ya nifûsê pêk nehatiye ku dawî car di sala 1997an de li 15 parêzgehên Iraqê (bêyî Herêma Kurdistanê) haibû kirin û koma rûniştvanên Iraqê 19 milyon û 184 hezar û 543 kes bû.