Mesrûr Barzanî: Em bi Hadî Amirî re li ser mafê mûçexurên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê radigehîne, “Me bi Hadî Amirî re tekez li ser dabînkirina mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û jîn û jiyara welatiyan kir”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê ragehand, “Em li Bexdayê bi Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê û Serokê Hevpeymaniya Nebnîyê Hadî Amirî re li ser mafê mûçexurên Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn ku wekî Îraqî bikarin bankên bi dilê xwe ji bo wergirtina mûçeyan hilbibijêrin.”
Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Me tekez li ser dabînkirina mafên darayî û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û jîn û jiyara welatiyan kir.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrî.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.
Mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê yek ji mijarên serekî yên civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên bi berpirsên bilind ên Îraqê re ye.