Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im em bikarin pêngavên baştir bo çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê biavêjin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ez hêvîdar im em bikarin pêngavên baştir ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê biavêjin û êdî bila tenê behsa arêşeyan neyê kirin, belkî bila behsa baştirkirina wan peywendiyan jî bê kirin ên ku di navbera me û Hikûmeta Îraqê de hene.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) di çarçoveya konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Nûrî Malikî bi me re hevnerîn bû ku arêşe bi awayekî bingehîn bên çarekirin.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, ““Ez hêvîdar im em bikarin pêngavên baştir ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê biavêjin û êdî bila tenê behsa arêşeyan neyê kirin, belkî bila behsa baştirkirina wan peywendiyan jî bê kirin ên ku di navbera me û Hikûmeta Îraqê de hene.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan civînan jî bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re bû.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û pêngavên çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin kirin.