Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê ya bihêz hemî Îraqê bihêz dike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Herêma Kurdistanê ya bihêz hemî Îraqê bihêz dike û dibe sedema zêdetir weberhênanê û derfetên karî û xizmetkariyên giştî yên baştir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî ya Xê di derheqa civîna xwe ya bi Nûrî Malikî re ragehand, “Ez bi hevdîtina xwe ya bi Nûrî Malikî re dilxweş bûm.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Herêma Kurdistanê ya bihêz hemî Îraqê bihêz dike û dibe sedema zêdetir weberhênanê û derfetên karî û xizmetkariyên giştî yên baştir, ev jî ji peywendiyeke durist di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê dike.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 30.05.2024) bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir, yek ji wan civînan jî bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re bû.

Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û pêngavên çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hatin kirin.