Amerîka: Şert û mercên ji bo hilbijartinên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ne guncayî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel ragihand, “Rewşa bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji bo lidarxistina hilbijartinên şaredariyan ne guncayî ye.

Patel daxuyaniyek derbarê hilbijartinên şaredariyan a ku biryar e 11ê Hezîranê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve were kirin, belav kir.

Li gorî Patel, “Her hilbijartinek li Sûriyeyê bê kirin, divê dadperwerane, azad û zelal bin û li gorî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) bin, ji ber vê yekê em nabînin ku şert û mercên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji hilbijartinan re guncayî ye.”

Amaje bi wê jî kir, Washingtonê ev helwesta xwe ya li ser hilbijartinan gihandiye Rêveberiya Xweser û jê xwastiye ku di vê demê de hilbijartinan neke.

Rêveberiya Xweser cara yekem e hilbijartinên şaredariyan dike û da zanîn ku zêdetirî 3 milyon kesan mafê wan ên dengdanê hene û koçberên ku zêdetirî 5 salan e li navçeyên wê dijîn, dê mafê wan ê dengdanê jî hebe.

Pêştir Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî gefa wê yekê xwaribû ku ew bi ti awayî rê nadin hibijartinên şaredariyan li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser bên kirin.