Welatiyên Kurd: Em hêvîdar in bi serjimêriyê Kurdistanîbûna Kerkûkê bê diyarkirin

Kerkûk (K24) – Amadekariyên serjimêriya giştî li Iraqê dest pê kirine û wek amadekariyeke pêşwext, li Kerkûkê dê serjimariyeke ezmûnî ji bo sê taxên pêkhateyên bajêr bê kirin.

Piştî 26 salan amadekariyên serjimariya giştî li Iraqê ji duhî 31ê Gulanê ve tên kirin. Niha du hefteyan wek ceribandinê tên kirin û di meha Mijdara îsal de jî dê bi awayekî kirdarî were kirin. Ji bo vê yekê jî li Kerkûkê jî, 3 taxên Kurdan, Ereban û Tirkmenan hatine diyarkirin.

Rêveberê amaran li Kerkûkê Mihemed Aydin ji K24ê re ragihand: “Emê di heyama 14 rojan de li taxên Gurgeçal, Bîgler û Edenê serjimêriya ezmûnî bikin. 50 lêkolînerên me kar li ser hejmaretina cihê niştecîhbûnê û dagirtina formên serjimariyê yên malbatê têne dagirtin. Ev prose bi eliktironî dibe.”

Bi serjimêrjiyê re, zanyariyên pêwîst li ser tevayiya nifûsê di derbarê zayend, temen, ol, rewşa aborî û civakî ya malbatê de tên komkirin. Serjimêrî ji bilî berjewendiyên xwe yên giştî, ji bo Kerkûk û deverên madeya 140 cuda ye ku rehendê wê yên siyasî û yasayî jî hene.

Welatiyên Kurd ên Kerkûkê pêvajoya serjimêriyê weke destpêka qonaxeke diyarker dibînin. Welatiyek dibêje: Em hêvîdar in ku çarenivîsa Kerkûkê bi serjimêriyê were diyarkirin, ji ber ku li wî bajarî gelek kurd hene û em amade ne ku nasnameya kurdî ya Kerkûkê diyar bikin.”

Welatiyekî din jî wiha got: “Ev serjimêrî dê qebareya pêkhateyan û çarenenivîsa wan diyar bike, ev jî gaveke baş e.”

Li Iraqê ev 26 sal in serjimêriya giştî ya nifûsê pêk nehatiye ku dawî car di sala 1997an de li 15 parêzgehên Iraqê (bêyî Herêma Kurdistanê) haibû kirin û koma rûniştvanên Iraqê 19 milyon û 184 hezar û 543 kes bû.

Serjimarî yek ji qonaxên cîbicîkirina madeya 140 a destûra Iraqê ye ji bo biryardana li ser çarenivîsa Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê. Encamên pêvajoyê dê bibe bingehek ji bo biryardanê, lewma serjimêrî ji bo Kerkûkê girîng e.