Mesrûr Barzanî: Di demeke gelek nêz de arêşeya mûçeyan bi awayekî bingehîn tê çarekirin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragehand, “Em destxweşiyê li tevaya wan aliyan dikin ên ku li Bexdayê piştevaniya bizavên me ji bo dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê dikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 02.06.2024) di daxuyaniyeke taybet de ji K24ê re ragehand, “Di dawî serdana me ya ji bo Bexdayê de, Serokwezîrê Îraqê û berpirsên din jî piştevaniya xwe ji bo dabînkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê tekez kir.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Di demeke gelek nêz de arêşeya mûçeyan bi awayekî bingehîn tê çarekirin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja Pêncşemê, 30.05.2024, bi serdaneke fermî gehişt Bexdayê û hejmareke civînan bi serkirde û berpirsên Hikûmeta Îraqê re kir.

Armanca serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li ser bingeha destûrî bû.