Rêber Ehmed û Qasim Arecî li Hewlêrê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê li Hewlêrê ye û bi Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyaye.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî sibeha îro (Sêşem, 04.06.2024) gehişt Hewlêrê û di destpêka serdana xwe de bi Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re civiya.

Li dû zanyarên K24ê, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê û Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê danûstandin li ser hin pirsên ewlehiyê û hevahengiya navbera hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Îraqê kirin.

Ev serdan di demekê de ye ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê, 30.05.2024, li Bexdayê bi Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî re civiyabû.

Di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa ewlehiyê ya Îraqê bi awayekî giştî û rûbirûbûna metirsî û gefên terorê hatin kirin û tekez li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê hat kirin.

Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê amaje dabû, “Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û bihêziya wê bihêziya Iraqê ye û berovajî jî, lewma jî divê baştirîn pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de hebe.”