Xalid Ebdulîlah: Pêdivîtiya Îraqê bi Neteweyên Yekgirtî heye

Xalid Ebdulîlah
Xalid Ebdulîlah

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekî siyasî amajeyê bi wê yekê dide ku, UNAMIyê zêde piştevaniya Îraqê kiriye, xasma di pêkanîna hikûmetên yek li dû yekê yên piştî sala 2003ê de.

Şirovekarê Siyasî Xalid Ebdulîlah duhî (Sêşem, 04.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Rolê Neteweyên Yekgirtî piştî sala 2003ê gelek giring e û di gelek pirsan de şûntiliyên wê diyar in.”

Xalid Ebdulîlah amaje jî da, “Heta niha pêdivîtiya Îraqê bi Neteweyên Yekgirtî heye, xasma di mijarên jîngeh û biyabanbûn û teknolijiya zanyaran de.”

Navbirî herwesa got, “Di qonaxên paşerojê de pêdivîtiya Îraqê bi berdewamîdana alîkariyan bi Neteweyên Yekgirtî re heye.”

Wî şirovekarê siyasî ron jî kir, “Îraq dikare li derveyî mijarên siyasî feydeyî ji Neteweyên Yekgirtî werbigire.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî duhî (Sêşem, 04.06.2024) di çarçoveya rûniştineke Civata Wezîran de ragehand, “Biryara Civata Ewlehiyê ya Navdewletî ji bo bidawîhatina erkê UNAMIyê li Îraqê li ser daxwaza Îraqê bû.”

Serokwezîrê Îraqê amaje jî da, “Bidawîhatina erkê UNAMIyê li Îraqê wê manayê nade ku peywendiyên navbera Îraq û ajansên navdewletî yên taybetmend bidawî tên.”

Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li roja Înê, 31.05.2024, bi koma dengan li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê biryar da ku li dawiya sala 2025ê erkê Şandiya Neteweyên Yekgirtî li Îraqê UNAMI bidawî bîne.

Ev yek jî piştî wê yekê peyda bû ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja 08ê Gulana îsal nameyek pêşkêşî Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres û Civata Ewlehiyê ya Navdewletî kiribû û daxwaz kiribû ku erkê UNAMIyê li Îraqê bê bidawîanîn.