Agir berbû daristaneke Rihayê
Diyarbekir (K24) - Li Rihayê ji ber sedemeke nediyar li qada daristanê şewat derket, bi midaxeleya tîmên agirvemirandinê ew agir di sê seetan de hat vemirandin.
Li Taxa Akşemsettin a navçeya Eyyubiyê ya bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber sedemeke nediyar şewat li qada daristan û jîngehê derket.
Li ser agahdarkirinê, tîmên agirvemirandinê yên şarderiya bajarê Mezin a rihayê bi 5 wesayît û 13 kesan ve mudaxeleyî şewatê kirin. Piştî xebatên nêzî sê seetan, ew şewat hat kontrolkirin û agir hat vemirandin.
Di derbarê sedema şewatê de, lêpirsîn hat destpêkirin