Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Balyozê Brîtanyayê li Iraqê, têgihîştina erênî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin.

Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Hezîranê pêşwazî li Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Di hevdîtinê de, herdu rewşa siyasî û ewlehî ya navçe û Iraqê û pêşhatên dawî gotûbêj kirin û ronahî hate xistin ser pêşketin û têgihîştina erênî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Her di vê hevdîtinê de, rewşa navçeyên cihê nakokiyê yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û astengî û pirsgirêkên ewlehî û siyasî yên ku li wan navçeyan ji bo niştecihên resen ên navçeyê derdikevin, hate gotûbêjkirin û Her du alî hevbîr bûn ku pêwîst e çareseriyeke guncayî ji van pirsgirêkan re bên dîtin.

Pêşhat, guhertin û rewşa ewlekarî û siyasî ya navçeyê bi giştî û Rojhilata Navîn bi taybetî, mijarên din ên vê hevdîtinê bû.