Parêzgarê Urmiyê: Di 2 salan de zêdetir ji milyarek dolar bazirganî di deriyê Hacî Omeran re çêbûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Urmiyê dibêje, hevbeşiyeke çandî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye. Got jî: Ew kar bo xurtkirina peywendîyan di warên cuda cuda de dikin.

Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Motemedyan îro 5ê Hezîranê li Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de spasiya gel û serkirdayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku hevxemiya xwe ji bo koça dawî ya Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ragihandine. Herwiha bi taybetî spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesûr Barzanî kir ku beşdarî behiya Reîsî bûne.

Motemedyan amaje bi wê kir, di heyama çar salên borî de, wan 3 caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera her du aliyan de.

Parêzgarê Urmiyê da zanîn jî, peywendiyên wan li gel parêzgeha Hewlêrê û parêzgeh û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê ezmûneke serkeftî bûye.

Herwiha got, hevbeşiya çandî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de heye û Tehran dixwaze peywendiyan di warên çandî û yên din de bipêş bixe.

Motemedyan aşkere kir, di heyama 2 salên borî de zêdetir ji milyarek dolar bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hebûye.

Şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serperestiya Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Motemedyan îro 5ê Hezîranê gihîşte Hewlêrê, Paytexta Herêma Kurdistanê.