Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike

Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen
Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û bi hev re danûstandinan li ser pirsa hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 06.06.2024) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Di wê civînê de, danûstandin li ser peywendiyên Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa Îraqê bi giştî, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdisatnê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û danûstandinên çarekirina arêşeyên di navbera wan de hatin kirin.”

Her du aliyan tekez li ser berdewamiya danûstandinan ji bo çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser bingeha destûrî û parastina mafên hemiyan kir. Nêçîrvan Barzanî di vî warî de tekez kir ku kilîla seqamgiriya Îraqê hevfêmkirina hevpar a Hewlêr û Bexdayê ye ji bo çarekirina bingehîn a arêşeyan û bicihanîna destûrî.

Herwesa her du alî li ser giringiya kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi tevlîbûna hemî aliyan û pêkhatan di demeke guncayî ya îsal de hevnerîn bûn. Balyozê Brîtanyayê jî pesna bizavên Serokê Herêma Kurdistanê pêxemetî kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê kir.

Di tewerekî din ê wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê jî tê de berhev bûbû, her du aliyan li ser dawî pêşhatên deverê û çend pirsên ku ji bo her du aliyan giring in dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.