Hejmareke endamên Civata Nûnerên Îraqê û civatên parêzgehên Îraqê ji Partiya Teqedûmê cuda bûn

Endamên Desteya Mubadereyê
Endamên Desteya Mubadereyê

Bexda (K24) - Hejmareke endamên Civata Nûnerên Îraqê û endamên civatên parêzgehên Îraqê cudabûna xwe ji Partiya Teqedûmê ragehand û desteyeke nû bi navê Mubadereyê pêk anî.

Hejmareke endamên Civata Nûnerên Îraqê û endamên civatên parêzgehên Îraqê îro (Pêncşem, 06.06.2024) bi serokatiya Ziyad Cenabî Desteya Mubadereyê ragehand û cudabûna xwe ji Partiya Teqedûmê ya bi serokatiya Mihemed Helbûsî ragehand.

Di konferanseke rojnamevanî de, endamên wê desteya nû ya Suneyan amaje da ku pêxemetî derbazkirina piroseya siyasî û hilbijartina serokekî nû ji bo Civata Nûnerên Îraqê ew biryar daye û bi awayekî wekhev bi hemî aliyan re serederiyê dikin.

Endamên Desteya Mubadereyê ji Ziyad Cenabî, Ednan Cihêşî, Xandî Mihemed Kesnezanî, Kerîm Ebu Sode, Hamid Kerxolî, Fehid Meşan, Besme Besîm û Yehya Îsawî û herwesa her du endamên Civata Parêzgeha Bexdayê Emar Hemdanî û Elî Îsawî pêk tê.

Ev jî di demekê de ye ku her yek ji endamên Civata Nûnerên Îraqê Mehmûd Meşhedanî, Xalid Ubeydî, Telal Zewbeî û Mihemed Nûrî Ebdrebe û kesatiyê siyasî Şêx Faris Faris li roja 13.03.2024ê Desteya Sedareyê li Civata Nûnerên Îraqê ragehand û pêkanîna desteya xwe jî wekî pêdivîtiya niştîmanî ya vê qonaxê wesifand.

Ji ber lihevnekirina aliyên Sune li ser parvekirina postên ku mafê wê pêkhatê ne, Suneyên Îraqê li ser çend bereyan parve bûn û Desteya Mubadereyê, piştî her yek ji hevpaeymaniyên Teqedûm, Siyade, Hesim, Ezim û Sedareyê, dibe desteya şeşê ya Suneyan li Civata Nûnerên Îraqê.