Sibe şandeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê serdana Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Sibe şandeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê ji bo hûrbîniyê di lîsta mûçeyên hêzên ewlehiyê û xercî û dahatên sê mehan serdana Hewlêrê dike.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê Hoşmend Sadiq, biryar e sibe şandeke Dîwana Çavdêriya Darayî ya Îraqê serdana Hewlêrê bike û bi Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê re hûrbîniyê di lîsta mûçeyên mehên Nîsan û Gulanê yên hêzên ewlehiyê û xercî û dahatên sê mehan ên Herêma Kurdistanê de bike.

Herwesa biryar e piştî temambûna raporta Dîwana Çavdêriya Darayî, nav bi kod ji Bexdayê re bên şandin ji bo ku mûçeyên du mehan ên hêzên ewlehiyê bên şandin, herwesa piştî ku hûrbînî di dahat û xerciyan de jî tên temamkirin, ew raport pêşkêşî Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê her duyan tê kirin.

Li dû zanyaran, ew şand sibe digehe Hewlêrê û li roja Yekşemê bi karên xwe dike.