Parêzgarê Hewlêrê: Bazara Qeyseriyê bi bihayê zêdetir ji 5 milyar dînar tê nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragehand, bazara Qeyserî bi bihayê 5.3 milyar dînar tê nûjenkirin. Da zanîn jî, bi Banka Cîhanê re jî lihevkirinek hatiye kirin ku deynên bê faîz bidin kasibkarên ku dixwazin deyn bikin

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îro 8ê Hezîranê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, mixabin 5ê meha borî beşek ji bazara Qeyseriyê şewitî û ziyaneke madî ya mezin derket.

Xoşnaw got jî: “Roja piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana cihê bûyerê kir û guhdariya xelkê bazarê kir û soz da ku çi ji destê hikûmetê bê, dê bike. Em jî raspardin ku hêsankariyan ji kasibkaran bikin, ta ku di zûtirîn dem de dest bi karên xwe bikin.

Diyar kir jî, gelek biryar ji bo wan kesên ku li bazarê kirêdarên hikûmetê ne, hatine derxistin, di nav wan de lêxweşbûna kirêya salekê, herwiha lêxweşbûna ji pareyên tabloyan û berhevkirina çopê jî ji sedî 50 ji bacê ji bo sala 2023an û ji sedî 100 ji bo baca 2024an.

Omêd Xoşnaw da zanîn: rêkeftin bi Banka Cîhan re hatiye kirin, qerzên bê faîz bidin kasbkarên dixwazin deyn bikin, ji bo wî ew dikarin serdana parêzgeha Hewlêrê bikin û piştevaniya ji bo wergirtina deynan werbigirin.

Parêzarê Hewlêrê diyar kir, bazara Qeyseriyê dê bi bihayê 5 milyar û 300 milyon dînar were nûjenkirin.

Şeva 5ê Gulana 2024an agir bi bazara dîrokî û kulturî ya Hewlêrê (Bazara Qeyserî) ket û 227 dukan û 7 komkeh şewitîn û 132 kes jî birîndar bûn.