Mesrûr Barzanî: Navenda Eagle Postê bajarên Kurdistan û cîhanê bi hev ve girê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Hezîranê Navenda Eagle Postê, ku taybet e bi karûbarên post û gihandinê ye, li Hewlêrê vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek di merasîma vekirina Navenda Eagle Postê pêşkêş kir û got: “Em îro yek ji projeyên hevbeş ên sektora giştî û taybet vedikin. Ev jî beşeke ji krnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina xizmetguzariyên veguhestinê, bi taybetî xizmetguzariyên posteyê ye, ku em dixwazin ev sektor di asta geşedanên bilez ên vê serdemê de be.

Diyar kir jî, “Ev kompanî û navend dê zêdetir bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê bi hev ve girê bide û herwiha bi navçeyên din ên Iraq û cîhanê re jî girê bide. Ev beşek ji planên hikûmetê ye ji bo nûjenkirin û dîjîtalkirina xizmetên giştî û kêmkirina burokrasiyê ye.”

Herwiha got: “Di vê serdemê de post û gihandin, saziyek pir girîng û çalak e ku gelek xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan dike. Herwiha hêsankariyê ji bo kar û barên welatiyan yên rojane dike. Ji wan re dibe alîkar ku karsaziya xwe zûtir bimeşînin. Di heman demê de pêşkêşkirina vê xizmetguzariyê bi awayekî pêşkeftî, dê qerebalix û barê li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sektora taybet jî kêm bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ev navend jî dikare bibe fakterek ji bo pêşvebirin û pêşxistina danûstandinên bazirganî, bi taybetî bazirganiya elektronîkî di navbera Herêma Kurdistanê û derve de û berovajî vê yekê. Pêwîst e karên vê kompanyayê bi şêwaz û sîstemeke pêşketî û di çarçoveya pîvanên navdewletî de bên kirin. Her wiha hêsankariyên pêwîst ji bo welatiyên Herêmê dabîn bike û bibe xaleke werçerxanê jî di warê post û veguhestinê de.

Amaje bi wê jî kir: “Ev mijar me dikşîne ser qadeke din, ew jî sîstema navnîşanan e ku pêwîst e bi awayekî guncaw û nûjen li Herêma Kurdistanê bê organîzekirin û aliyên peywendîdar di zûtirîn dem de li ser vê pirsê kar bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de jî got: “Spasiya welatiyan û bi taybetî mûçexurên Herêma Kurdistanê dikim ku piştgirî û bihnfireh bûn li hember komploya hinek kes û aliyan, ku ji bo armancên xwe xwestin qewareya Herêma Kurdistanê lawaz bikin û daxwaz kirin ku mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê li ser parêzgehan bê dabeşkirin. Xweragiriya we nehişt ku ev komplo bi ser bikeve û em bi Serokwezîrê Hikûmeta Federal re her tim di nava têkiliyê de ne û gihiştine qonaxa dawî. Hêvîdar im ku me karîbe karekî wiha bikn ji bo çareserkirina pirsa bûdce û mûçeyan bi awayekî bingehîn. Em hêvîdar in di demeke nêzîk de, berî cejnê mûçeyên meha çarem ên hêzên ewlehiyê û yên meha pêncem a hemû welatiyan bê dabînkirin. Hêvîdar im ku mijara mûçeyan êdî nebe nûçe di medyayê de û em bikarin peywendiyên xwe li gel hikûmeta federal di asteke rast de deynin û ber bi baştirkirina peywendiyan ve biçin.