Viyan Dexîl: Ez dê skalayê li dijî Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê tomar bikim
Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide, “Daxistina kempên awareyan karekî siyasî ye û qebûlkirî nîne, divê rewşa Şingalê bê asayîkirin.” Herwesa dibêje, “Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê li dijî awareyan kar dike, lewma ez dê skalayê li dijî wê wezaretê tomar bikim.”
Endama Civata Nûnerên Îraqê Viyan Dexîl îro (Yekşem, 09.06.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Berî demekê biryarek li Civata Nûnerên Îraqê derkeft ku 400 yekîneyên akincîbûnê li Şingalê bên çêkirin ji bo ku aware bikarin vebigerin wê deverê, lê min ji Sûdanî pirsî ka gelo wan niyeta wê yek heye. Wî di bersivê de got: Nexêr, ew nûçe rast nîne. Ev jî yek ji wan pêngavan bû yên ku wesa dikir aware vebigerin deverên xwe.”
Viyan Dexîl herwesa got, “Daxistina kempên awareyan karekî siyasî ye û qebûlkirî nîne. Ez bawer nakim Serokwezîrê Îraqê wî karî bike lê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê herdem zanyarên şaş li ser awareyan dide Sûdanî û herdem li dijî awareyan kar dike û divê vekolan pê re bên kirin.”
Navbiriyê amaje jî da, “Eger Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê her li ser gotina xwe be û li roja 31ê Tîrmeha îsal kempên awareyan li Herêma Kurdistanê dabixe, ez dê li Civata Ewlehiyê ya Navdewletî skalayê li dijî wê wezaretê tomar bikim.”