Berhema petateyan li deşta Nawkurê 300 hezar ton e

Navenda Nûçeyan (K24) – Berhema petateyan li Herêma Kurdistanê gihîştiye û cotkar berhema petata berhev dikin. Hilberîna petata ya îsal ji hewcedariyên navxweyî zêdetir e, tê pêşbînîkirin ku îsal a deşta Nawkurê berhemanîna zêdetirî 300 hezar ton kartol be.

Li deşta Nawkurê ya navçeya Berdereşê ya parêzgeha Dihokê, salane zêdetirî 30 hezar donim bi petateyan tê çandin.

Cotkar Muhsin Ebdullah got: “Îsal min zêdetirî 1200 donim erd bi petate çandine. Berhema me pir baş e. Niha em petate berhev dikin.”

Li gorî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê, salane pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi 100 hezar ton petate heye. Lê îsal tê pêşbînîkirin ku berhem bigihe zêdetirî 650 hezar ton petate, ji ber wê jî hikûmet hewl dide ku hinarde bike, bi taybetî bo welatên Kendavê.

Mazin Elî li ser hewlên Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bazarkirina berhemên cotkaran dibêje: “Em spasiya Kabîneya Nehem dikin ku hewlên berdewam bo hinardekirina berhemên cotyaran bi taybetî petate daye. Em hêvîdar in ku îsal jî berheman hinarde bike.”

Li gorî pisporên çandiniyê, hinardekirina berhemên cotkaran ji derveyî Herêma Kurdistanê gaveke gelekî girîng e û wan han dide ku zêdetir giringiyê bidin karê xwe û bipêş bixin.

Endezyarê çandiniyê li Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Şêxanê Enwer Xidir got, Kabîneya Nehan girîngiyeke mezin dide hinardekirina berhemên cotkaran. Bi taybetî di du salên borî de petate hinardeyî welatên Kendavê kiriye û ev yek jî cotkaran han dide ku karên xwe pêş bixin.

Tê pêşbînîkirin ku îsal berhemanîna petateyan li deşta Nawkurê bigihêje zêdetirî 300 hezar ton. Piştî ku petate tên berhevkirin, li taqîgeheke çandiniyê ya herêmê tên pişknînkirin û paşê hinek jî bo embareke tê bibin, li wir ew bi amûrên nûjen têne hilanîn.

Ji sala 2009an ve, çandiniya petateyan li deşta Nawkurê bipêş ketiye. petata li ser du cureyan tê dabeşkirin, petatayên xwarinê, ku nêzîkî 30 cureyên wan hene. Herwiha petatayên pîşesazî jî ku nêzîkî şeş cureyên wan hene, ji bo çips û finger têne bikaranîn, ku her du jî li vê deştê têne çandin.

Li Herêma Kurdistanê petata ji 1ê Sibatê heta 1ê Adarê tên çandin û werzê çinînê jî di destpêka meha Hezîranê de dest pê dike.