Ji ber birûskê agir bi çend deverên Hewlêrê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Berevaniya Şaristanî ragihand, şeva borî ji ber birûskê agir bi çend deverên Hewlêrê ket û beşek ji wan heta niha nehatiye kontrolkirin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî Şexwan Caf ji K24ê re ragihand, şeva borî ji ber birûskê, agir bi çend deverên Hewlêrê wek Gird Cotyar, rêya Pîrmamê, gundê Gird Mela û Daratû ket û hat vemirandin.

Şexwan Caf da zanîn jî, agirê li ser rêya Kerkûkê, Qupa Qiran û Benislawayê derketiye, heta niha nehatiye kontrolkirin.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ragihand, di demek nêzîk de ew ê sedema derketina agir û ziyanên wê werin ragihandin.