Diyarbekir.. Cotkar û jûrên cotkaran ji buhayên dexlûdanê ne razî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Berhemên Çandinîyê buhayê kemane yê zadî ji bo sala 2024 eşkere kir. Li gor vê tona genimê ji bo çêkirina meqerneyê tê bi karanîn 10 hezar lîre ye, Tona genimê ji bo çêkirina nan tê bikaranîn 9 hezar û 250 lîre ye, tona ceyî jî 7 hezar û 250 lîre ye. Cotkar û jûrên cotkaran jî li hemberî van buhayan bertek nîşan didin.

Li Diyarbekirê Jûra Cotkarên Navçeya Yenîşehîrê li ser van reqemên hatîne eşkerekirin kongreyeka rojnamewanî li darxist. Serokê Jûra Suleyman İskenderoglu ev buhayên ji aliyê Ofîsa Berhemên Çandinîyê ve hatine eşkere kirin, weke reqemên pêkenok binav kir.

Her wiha Îskenderoglu radigihand, di navbera sala borî û îsal de, di genim de tenê hezar lîre zêde bûye. Ev jî tê wê wateyê ku rêjeya zêdebûnê %10 e, lê mazota cotkar bi kar tînin, ji sedî 108 zêde bûye. Ev jî têra cotkaran nake. Îskenderoglû bang li hikumet û Ofîsa Berhemên Çandinîyê kir jî ku bihayên hatine ragihandin sererast bikin.

Ji aliyê din ve ji bo piştgirityê, Parlementera DEM Partî yê ya Diyarbekirê Adalet Kaya jî tevlî daxuyaniyê bû û wê jî got: “Ev reqemên hatine eşkerekirin rê li ber xebatên cotkaran digire. Ji ber politikayên şaş ên desthilatê li gel erdnigariya evqas berhemdar, em genim ji derve tînin. Em bang li desthilatê dikin ku bila dev ji politikayên şer berdin û piştgiriya cotkaran bikin.