Partiya Mûna Qehweçî tevlî piroseya hilbijartinan dibe

Mûna Qehweçî
Mûna Qehweçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgira Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan radigehîne, “Me wekî nûnerên pêkhata Tirkmenan li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navê xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê tomar kir, pêxemetî zêdetir xizmetkirina welatiyên me û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê.”

Cîgira Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan Mûna Qehweçî li ser tora civakî ya Facebookê ragehand, “Tevî nîgeraniyên xwe, me wekî nûnerên pêkhata Tirkmenan li Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan navê xwe ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê tomar kir.”

Mûna Qehweçî nivîsiye, “Bi piştevaniya Xudayê mezin, paşî tevaya welatiyên ezîz ên Kurdistanê bi hemî pêkhatên cuda ve, em dê pêxemetî zêdetir xizmetkirina welatiyên xwe û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê serkeftî bin.”

Cîgira Partiya Çaksaziyê ya Tirkmenan Mûna Qehweçî pêştir di çarçoveya konferanseke rojnamevanî de got, “Em dixwazin Komisyona Hilbijartinan a Îraqê pêdaçûnekê di biryara xwe de bike û hejmara kursiyan ji bo pêkhatan zêde bike û li ser çend bazineyan parve neke.”

Mûna Qehweçî amaje jî dabû, “Pêdivî ye hilbijartin bi awayekî bên kirin ku tevaya dezgehên Herêma Kurdistanê parastî bin û tevaya pêkhatan jî bi awayekî çalak tevlî Perlemana Kurdistanê bibin.”

Navbiriyê herwesa gotibû, “Çi dadperwerî di wê parcekirina kursiyên pêkhatan de nîne û em dê li ser bizavên xwe berdewam bin û em daxwazê ji Komisyonê dikin ku pêdaçûnê di biryara parvekirina kursiyên pêkhatan de bike.”