Qubad Talebanî: Çarekirina arêşeya mûçexuran ji bo çarekirina arêşeyên din dibe alîkar

Qubad Talebanî
Qubad Talebanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Çarekirina arêşeya mûçexuran di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çarekirina tevaya arêşeyên din ên girêdayî mûçeyan dibe alîkar.”

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro (Duşem, 10.06.2024) ragehand, “Civata Wezîran biryar daye hemî mamosta û karmendên hikûmetê yên ku girêbest in bibin herdemî.”

Qubad Talebanî di derheqa mamostayên wanebêj de got, “Hejmareke zêde ya mamosta û karmendên hikûmetê hene ku girêbest in, Civata Wezîran biryar daye wan hemiyan bike herdemî.”

Navbirî amaje jî da, “Çarekirina arêşeya mûçexuran bi awayekî giştî di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo çarekirina tevaya arêşeyên din ên girêdayî mûçeyan dibe alîkar.”

Ev jî di demekê de ye ku Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li roja 08.05.2024 di derheqa civîna Civata Wezîran de ku tewerekî wê girêdayî pirsa herdemîkirina fermanberên girêbest bû di konferanseke rojnamevanî de ragehandibû, “Zêdetirî 30 hezar fermanberên girêbest li dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, hin ji wan ev 15 sal in ku xizmetê dikin.”

Hewramanî eşkere jî kiribû, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mafê fermanberên girêbest dizane ku bibin herdemî, ji bo vê meremê jî tîmek raspart ku fermanberên girêbest ji hev vavêre û bi Hikûmeta Îraqê re biavie ku, wekî wan yek milyon fermanberan ên ku li Îraqê hatine damezrandin, wan jî li dû qanûnê bikin fermanberên herdemî.”

Herwesa li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî lîsta navên hemî mamostayên wanbêj arasteyî Hikûmeta Îraqê hat kirin, bi merema dabînkirina terxankirina darayî li Hikiûmeta Îraqê ku hemî mamostayên wanbêj ên Kurdistanê wekî girêbestên herdemî û bi hemî mûçexuran re mûçeyên xwe werbigirin.

Li dû amarên Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nêzî 35 hezar û 550 wanebêjan li Herêma Kurdistanê hene, ku ji bo her mehê 13 milyar û 200 dînar wekî mafê darayî ji aliyê Wezareta Darayî ve jê re hatine terxankirin. Mûçeyên wan wanebêjên ku bawernameya Bekaliryosê heye 400 hezar dînaran û yên ku bawernameya Diplomê jî heye 350 hezar dînar in.