Fransa bo danana sîstemeke bihêz a bergiriya şaristanî hevahengiyê bi Kurdistanê re dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê bi Parêzgerê Hewlêrê re danûstandinan li ser pirsa danana sîstemeke bihêz a bergiriya şaristanî bi rêya Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan a Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê û herwesa berdewamîdana bi şiyanên mirovî yên tîmên Bergiriya Şaristanî dike.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Duşem, 10.06.2024) bi Cîgirê Konsulê Giştî yê Fransayê li Hewlêrê Ritchard Rudolf re civiya.

Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, danûstandin li ser hevahengiyên navbera Hikûmeta Fransayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê danana sîstemeke bihêz a bergiriya şaristanî de bi rêya Birêveberiya Koç û Koçberan û Bersivdana Qeyranan a Herêma Kurdistanê û Parêzgeha Hewlêrê û herwesa berdewamîdana bi şiyanên mirovî yên tîmên Bergiriya Şaristanî hatin kirin.

Parêzgerê Hewlêrê jî piştevaniya Parêzgeha Hewlêrê ji bo şanda Konsulxaneya Giştî ya Fransayê li Hewlêrê diyar kir û amaje bi bandora guhertina keş û hewayê û bandora wê li ser bajarê Hewlêrê û çêbûna rûdanên şewatan û lehiyan kir, herwesa hêvî kir ku Herêma Kurdistanê feydeyî ji ezmûna Fransayê di vî warî de ji bo kêmkirina van bandoran werbigire.

Li dû wê ragehandinê, Parêzgerê Hewlêrê hemî berhevî ji bo piştgiriya pirojeyên mifadêr ên welatan û ajansên mirovî yên navdewletî diyar kir ku dê feyde ji bo Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî û bajarê Hewlêrê bi awayekî taybetî hebe.

Herwesa amaje da rûdanên vê dawiyê yên şewatan li sûkên milî û şewitîna dexl û danên cotyaran ku bandora guhertinên keş û hewayê û bilindbûna pileya germê û sedemên din ên wekî giringiya hebûna sîstemeke bihêz û pêşkeftî ya bergiriya şaristanî.