Serkeftina jineke din jî ya Kurd di hilbijartinên Perlemana Ewropayê de nêzîk e

Navenda Nûçeyan (K24) - Evîn Uncêr li ser lîsta Sosyal Demokrat li Swêdê û Uzlem Demîrel li ser lîsta Partiya Çep li Almanyayê wekî du jinên Kurd li dû encamên berahiyê serkeftin di hilbijartinên Perlemana Yekîtiya Ewropayê de bi dest xistiye, herwesa serkeftina Geşaw Bîbanî jî li Fînlandayê ku kiçeke Kerkûkî ye gelek nêzîk bûye.

Li dû encamên berahiyê yên hilbijartinên Perlemana Yekîtiya Ewropayê, Evîn Uncêr li ser lîsta Sosyal Demokrat li Swêdê û Uzlem Demîrel li ser lîsta Partiya Çep li Almanyayê wekî du jinên Kurd serkeftin di hilbijartinên Perlemana Yekîtiya Ewropayê de bi dest xistiye.

Gelek kes wesa difikirîn ku serkeftina Evîn Uncêr çaverêkirî bû, tevî ku ev ji bo cara duyê ye Evîn Uncêr û Uzlem Demîrel diçin nav Perlemana Yekîtiya Ewropayê.

Zanyar amajeyê didin ku Geşaw Bîbanî, ku kiçeke din a Kurd e û li welatê Fînlandayê dijî, ev sê sal in hatiye nav warê siyasetê ku ji Partiya Çep e, wê jî bi rêjeyeke zêde serkeftin bi dest xistiye.

Geşaw Bîbanî ji K24ê re diyar kir ku gelek dilxweş e ku ew serkeftina mezin bi dest xistiye. Li ser lîsta partiya Geşawê 250 deng kêm in, lewma ew wekî kandîda yedeg maye ku dê li roja Çarşemê yekalî bibe.

Geşaw ji endamên partiya xwe kesa çarê ya serkeftî ye û pêştir jî wekî yedeg tevlî Perlemana Fînlandayê bûye.

Di navbera 6 heta 9ê vê mehê de, 370 milyon kes li 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê tevlî piroseya dengdanê di hilbijartinên Perlemana Yekîtiya Ewropayê de kir.

Li dû qanûna hilbijartinan a Yekîtiya Ewropayê, hilbijartinên Perlemana Yekîtiya Ewropayê her pênc salan carekê li 27 welatên endamên wê yekîtiyê tên kirin.