Diyarbekir.. Cotkar û odeyên cotkaran li hemberî buhayên zad bertekan nîşan didin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Nivîsîngeha Berhemên Çandiniyê buhayê kêmane yê zadî ji bo sala 2024 eşkere kir. Li gor vê, tona genimê ji bo çêkirina meqerneyê tê bi karanîn 10 hezar lîre ye, tona genimê ji bo çêkirina nan tê bikaranîn 9 hezar û 250 lîre ye, tona ceyî jî 7 hezar û 250 lîre ye. Cotkar û odeyên cotkaran jî li hemberî van buhayan bertekan nîşan didin.

Li Diyarbekirê Odeya Cotkarên Navçeya Yenîşehîrê li ser van hejmarên hatîne eşkerekirin konireyeka rojnamevanî li dar xist. Serokê Odeyê Suleyman İskenderoglu ev buhayên ji aliyê Nivîsîngeha Berhemên Çandiniyê ve hatine eşkere kirin weke hejmarên pêkenok binav kirin.

Her wiha Îskenderoglu ragihand ku di navbera sala borî û îsal de di genim de tenê hezar lîre zêde bûye. Ev jî tê wê wateyê ku rêjeya zêdebûnê %10 ye, lê mazota cotkar bi kar tînin sedî 108 zêde bûye. Ev jî têra cotkaran nake û Îskenderoglû bang li hikumetê û Nivîsîngeha Berhemên Çandiniyê dike ku bihayên hatine ragihandin sererast bikin.

Ji aliyekî din ve ji bo piştgiriyê Parlementera DEM Partiyê ya Diyarbekirê Adalet Kaya jî tevlî daxuyaniyê bû û wê jî got: “Ev hejmarên hatine eşkerekirin rê li ber xebatên cotkaran digire. Ji ber politikayên şaş ên desthilatê li gel erdnigariya evqas berhemdar em genim ji derve tînin. Em bang li desthilatê dikin ku bila dev ji politikayên şer berdin û piştgiriya cotkaran bikin.