Kandîdekî Kongirêsê ji K24ê re: Gelê Kurd herdem hevpeymanekî bihêz ê Amerîkayê bûye

Alex Balazs
Alex Balazs

Navenda Nûçeyan (K24) - Kandîdekî Kongirêsa Amerîkayê radigehîne, “Gelê Kurd herdem hevpeymanekî me yê bihêz bûye û Pêşmergeyan bêtirs şer kiriye.” Herwesa dibêje, “Eger ez bêm hilbijartin, ez dê ji bo bihêzkirina hevpeymaniya welatê xwe bi Herêma Kurdistanê re kar bikim.”

Kandîdê Kongirêsa Amerîkayê Alex Balazs taybet ji K24ê re ragehand, “Eger ez bêm hilbijartin, yek ji armancên min dê bihêzkirina hevpeymaniya me be ji ber ku xelkê Kurdistanê hejî vê yekê ye.”

Alex Balazs herwesa got, “Ya ku civaka Kurdî li Amerîkayê dike gelek giring e. Gelê Kurd herdem hevpeymanekî me yê bihêz bûye. Pêşmergeyan bêtirs şer kiriye. Navê Pêşmerge yanî ew kesê rûbirûyî mirinê dibe. Gelek caran jî ev kar ji bo Amerîkayê kiriye.”

Navbirî tekez jî kir, “Yek ji sedemên serkeftina me li bakurê Îraqê hêza Pêşmergeyan û gelê Kurd bû.”

Wî Kandîdê Kongirêsa Amerîkayê di pareke din a daxuyaniya xwe de amaje da, “Li vê derê xelkê Kurdistanî heye. Ew xwe wekî Amerîkayî Kurdistanî dinasînin û tenê yek ji wan bi kar nayînin ji ber ku wan temam xwe bi civaka Amerîkayî re têkel kiriye. Xelkek e ku rahênanên gelek baş kirine, perwerdeyeke baş heye û herdem piştevaniya Amerîkayê dikin.”

Alex di derheqa peywendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de got, “Divê em wekî Amerîka haydarî hevpeymanên xwe bin û piştevaniya wan bikin. Eger ez wekî kandîdê Kongirêsê bêm hilbijartin, yek ji armancên min dê bihêzkirina hevpeymaniya me be ji ber ku xelkê Kurdistanê hejî vê yekê ye û divê em wan nêzîk bihêlin.”